NÛÇEYÊN KURDÎ

YSK BIRYARA LÎSTEYA NAMZEDAN DI ROJNAMEYA FERMÎ DE WEŞAND

Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryara xwe ya derbarê pêşkêşkirina lîsteyên namzedên Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê di Rojnameya Fermî de weşand.

Li gor biryara YSKê; Lîsteyên namzedan wê heta 20ê Sibatê roja sêşemê saet 17:00’an bidin lîjneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan.

Kesên ku wê bibin namzedên serbixwe wê heta 20ê Sibatê roja Sêşemê saet 17:00an piştê ku belgeyên pêwîst û 7 hezar 228 TL jî bidin sindoqa kelûpelan, dikarin serî li lîjneya hilbijartinê ya bajar û navçeyan bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.