GÜNDEM

AMEDSPOR’Ê ALÎGIRÊN XWE LI DIJÎ ‘BILÊTÊN SEXTE’ HIŞYAR KIR

Lijneya Rêveberîya Amedsporê ji bo bilêtên sexte hişyarî da alîgirên xwe.

AMEDSPOR’Ê ALÎGIRÊN XWE LI DIJÎ ‘BILÊTÊN SEXTE’ HIŞYAR KIR

Lijneya Rêveberîya Amedsporê ji bo bilêtên sexte hişyarî da alîgirên xwe.

Amedspora di Lîga 2yemîn a Koma Spî ya Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) de pêşbirkê dike, di pêşbirka hefteya 22emîn de wê li sehaya xwe mazûbanîya Şanliurfasporê bike.Pêşbirka dijwar a her du tîmên ku armanca wan di lîgê derkevin asta herî bilin, wê 29ê Çile roja Yekşemê saet di 14:00an de li Stadyûma Amedê bê lîstin. Amedspor amadekarîyên xwe yên ji bo maçê didomîne.

Serokê Amedsporê Selahattîn Yildirim, derbarê bilêtên maçê de hişyarî da alîgirên Amedsporê û xwest ku di derbarê bilêtên sexte de hişyar û miqatebin bin. Yildirim got, “Piranîya bilêtan hatine firotin. Weke berê dibe ku yên bixwazin bilêtên sexte bifroşin hebin, em hişyarî didin alîgirên xwe, ji bilî navnîşanên ku klûbê destnîşan kirine bilêtan nekirin.”Li alîyê din berîya maçê çend rojan Lijneya Hakemê ya Navendî (MHK)ragihandibû ku ji Herêma Îzmîrê Ferhan Kestanliogluyê beşdarî maçê bibe. Lê ji ber bertekan ev biryar guhert û Ozan Ergunê hakemê Klasman A ya Herêma Stenbolê ji bo maçê tayîn kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.