NÛÇEYÊN KURDÎ

AMEDSPOR: DI SEZONA NÛ DE ÎDÎAYA ME MEZIN E

Serokê Kluba Amed Sporê Azîz Elaldi, dîyar kir ku wê dengê Amed Sporê li tevahîya cîhanê bidin belavkirin û wiha got: “Îdiaya me mezin e û tu hêz wê nekarin pêşî li ber bigirin.

” Serokê Kluba Amed Sporê Azîz Elaldi û endamên Lijneya Rêveberîyê di çarçoveya “Sezona Pêşketinê” de li hotêlekê têkildarî xebatên sezona de daxuyanî dan.

Elaldi û Serkarê Teknîkê Serdar Bozkurt tev li daxuyanîyê bûn.  Elaldi di daxuyanîyê de got ku ew dixwazin rûpeleke nû vekin û got: “Em ê dengê Ames Spor li tevahîya cîhanê belav bikin. Em ê vê alayê sibe dewrê hevalên ciwantir bikin.

Me ev pêvajo da destpêkirin. Îdiaya me mezin e û tu hêz nikarin pêşî lê bigirin.” Ji alîyê din ve Amedspor, wê di 27ê Tebaxê roja yekşemê de li mala xwe bi Denizlisporê re maça ewil a sezona nû bilîze.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.