NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR OZER MAMOSTEYAN HIŞYAR KIR: WÊ DOZ LI WAN BÊ VEKIRIN!

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer hişyariyên tund da mamosteyên ku Wê di 2yê mijdarê de beşdarî rawestana kar bibin.

WEZÎR OZER MAMOSTEYAN HIŞYAR KIR: WÊ DOZ LI WAN BÊ VEKIRIN!

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer hişyariyên tund da mamosteyên ku Wê di 2yê mijdarê de beşdarî rawestana kar bibin.

Wezîr Ozer piştî civîna 14'ê Cotmehê ya li Enqereyê ku Egîtîm-Îş û Egîtîm-Sen jî di nav de 13 sendîkayên perwerdehiyê daxuyanî dabûn ku wê dest ji kar berdin, diyar kir ku wê pereyê dersan yên mamosteyên ku dê dest ji kar berdin neyê dayin û jê bê birîn.

Ozer destnîşan kir ku pergala li gorî Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê hatiye avakirin ne mecbûrî ye û got, "Tiştê ku ne mecbûrî ye, mafê çalakiyê û dest jê berdana kar jî nade wan. Ger hûn nexwazin, hûn dikarin beşdar nebin. Li dijî mamosteyên ku bi dê û bavên xwendekaran re têkilî daynin û nehêlin xwendekar werin dibistanê wê tedbîrên qanûnî werin girtin û doz li wan bê vekirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.