NÛÇEYÊN KURDÎ

PARTÎYA ÇEPÊN KESK JI BO KONGREYA 4’EMÎN RE AMADE YE

Amadekarîyên kongreya Partîya Çepên Kesk ku wê 4'emîn kongreya xwe ya asayî ya mezin bi şîara "Dîsa ji bo Azadîyê" li dar bixe, bi dawî bûn.

PARTÎYA ÇEPÊN KESK JI BO KONGREYA 4’EMÎN RE AMADE YE

Amadekarîyên kongreya Partîya Çepên Kesk ku wê 4'emîn kongreya xwe ya asayî ya mezin bi şîara "Dîsa ji bo Azadîyê" li dar bixe, bi dawî bûn.

Hat dîyarkirin ku di kongreya ku 15ê cotmehê roja yekşemê li Enqereyê tê lidarxistin de wê hevserok bên guhertin û di Meclîsa Partîyê (PM) de ku sazîya herî bilind a biryardayînê ye, ji sedî 90 guhertin çêbibe.

Di heman demê de wê hejmara endamên PM jî kêm bibe da ku biryar hêsantir bêne girtin.

Tê payîn ku di kongreya ku 800 delege tê de dengê xwe bidin, di rêveberîya partîyê de guhertineke mezin bê kirin.

Di serdema nû de kesên ku nikaribin 'Dibistana Partîyê' ya Partîya Çepên Kesk biqedînin wê nikaribin bibin serokên bajaran, şaredar û endamên meclîsa şaredarîyan.

Wê mezûnbûn ji bo hemû rêvebirên partîyê re mecbûrî be. Rêveberîya dibistana partîyê wê ji akademîsyenên ku fikrên HDP'ê nas dikin pêk were. Li alîyê din hat dîyarkirin ku ji bo kongreyê ti nûnerên AKP û MHP’ê nehatine vexwendin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.