NÛÇEYÊN KURDÎ

AMEDSPOR JI BO ŞAMPIYONÎYÊ KAMPANYAYA PIŞTGIRÎYÊ DA DESTPÊKIRIN

Amedsporê daxuyand ku bi navê "dora te ye" kampanyaya piştgirîyê daye destpêkirin.

AMEDSPOR JI BO ŞAMPIYONÎYÊ KAMPANYAYA PIŞTGIRÎYÊ DA DESTPÊKIRIN

Amedsporê daxuyand ku bi navê "dora te ye" kampanyaya piştgirîyê daye destpêkirin. Amedsporê ku di Lîga Duyemîn a Koma Spî ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de pêşbirkê dike, di hefteya 36emîn a lîgê de, Ispartaspor mêvanê Amedsporê dibe. Serokê Klûba Amedsporê Selahattîn Yildirim ê ku armanc dike di Play-Offê de bimîne, dîyarkir ku ji bo armancên şampiyonîyê pêdivîya wan bi piştgirîya alîgiran heye. Yildirim, li ser hesabên fermî yên medyaya civakî yên klûbê parve kir û wiha got; "Em dixwazin di vê pêvajoyê de ku ji her deme zêdetir pêdivîya me heye, em ne tenê bi hezkirîyên xwe re, bi karsaz û hezkirîyên Amedsporê û bi sazîyên sivîl ên herêmê re jî bijîn. Berîya maça Isparta ya ku em ê vê hefteyê bilîzin, em dest bi kampanyaya 'dora te ye' dikin. Di vê kampanyayê de em bang li her kesî dikin ku bi kirîna bilêt û cilên yekreng li gorî hêza xwe li gel me bin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.