NÛÇEYÊN KURDÎ

AMEDSPOR WÊ LI SER PÊŞEROJA KLUBÊ BI ALÎGIRÊN XWE RE BIAXIVE

Rêveberîya Amedsporê wê bi alîgirên klûbê re bicive û pirsgirêk û pêşeroja klûbê nîqaş bike.

AMEDSPOR WÊ LI SER PÊŞEROJA KLUBÊ BI ALÎGIRÊN XWE RE BIAXIVE

Rêveberîya Amedsporê wê bi alîgirên klûbê re bicive û pirsgirêk û pêşeroja klûbê nîqaş bike.

Amedspor ê ku di Lîga 2yemîn a Koma Sor a Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) da pêşbirk dike, serkeftîya xwe ya bênavber didomîne.

Ji ber lîstika bê alîgiran, cezayên pereyan û biryarên hakeman ên alîgir, rêveberîya Amedsporê wê bi alîgirên tîmê re li ser pirsgirêk û pêşeroja klûbê biaxive. Bi vê armancê wê konferansa bi navê “alîgirên Amedspor pêşerojê nîqaş dikin” bê lidarxistin.

Endamê Lîjneya Şêwirmendîya Bilind (YÎK) a Amedsporê Dogan Hatun dîyar kir ku ew dixwazin bi konferansa ku di 18'ê Mijdarê de tê lidarxistin, serkeftina klubê misoger bikin, ji pirsgirêkên civakî re çareserîyan çêbikin û zemîneke ku spor bibe sembola aştî û biratîyê ava bikin. Konferansa ku wê di 18'ê Mijdarê de li Salona Dawetê ya Giran a navçeya Kayapinarê saet di 09:00 de dest pê bike. Hunermend Kadîr Çat, Şîlan Dora û Koma Azad ku wê beşdarê civînê bibin, vê carê wê stranên xwe tenê ji bo alîgirên Amedsporê bibêjin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.