NÛÇEYÊN KURDÎ

KOMELEYA PEDÎATRÎ A ROJHILAT: ZAROKÊN XWE HÎNÊ GOTINA ‘NA’ BIKIN

Komeleya Pedîatrî a Rojhilat li dijî îstîsmara zarokan daxuyanîyeke hişyarîyê weşand.

KOMELEYA PEDÎATRÎ A ROJHILAT: ZAROKÊN XWE HÎNÊ GOTINA ‘NA’ BIKIN

Komeleya Pedîatrî a Rojhilat li dijî îstîsmara zarokan daxuyanîyeke hişyarîyê weşand.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ser zêdebûna îstîsmara zarokan û hat gotin, "Em bi hêrs in... Tişta ku li zarokê bêparastin tê kirin, nayê qebûlkirin." Di daxuyanîyê de hişyarî û pêşnîyarên girîng bi taybetî ji bo dê û bavan û her wiha ji bo herkesî hat dayin û wiha hat gotin, “Kesên ku zarokan îstîsmar dikin, ewil di navbera xwe û zarokan de pêbawerîyê çêdikin an jî pêbawerîya heye bikartînin. Ji ber ku ew li ber dilê zarok bi qîmet e, dibe ku vê îstîsmara xwe weke ku nîşaneya hezkirinê be pêdabe qebûl kirin. Zarokên xwe hînê gotina ‘na’ bikin. Ev yek gelek muhîm e. Li hemberê rewşek ku zarok naxwaze, divê em karibin bibêjin na û zorê nedin zarok. Divê em zarokan hînê cîhê wan ê taybet û hesas bikin da ku ji hev bidin; bê ka kîjan cîhê wan ê ku divê ew jê aciz dibin. Her wiha divê em ji zarokan re behsa wan cîhên mahrem ku divê kes an jî kesên biyanî nikare destê xwe bidê bikin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê mafê zarokan a lîstin û perwerdeyê neyê girtin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.