NÛÇEYÊN KURDÎ

MEXDÛRÊ ERDHÊJÊ JI BER JI TOKÎYÊ XANÎ NEGIRT XWEST XWE BIKUJE

Li Amedê welatîyek ku di erdhêjê de mala wî xera bû, bi hinceta ku nikare ji TOKÎ’yê xanîyek bikire, xwest xwe bikuje.

MEXDÛRÊ ERDHÊJÊ JI BER JI TOKÎYÊ XANÎ NEGIRT XWEST XWE BIKUJE

Li Amedê welatîyek ku di erdhêjê de mala wî xera bû, bi hinceta ku nikare ji TOKÎ’yê xanîyek bikire, xwest xwe bikuje.

Welatîyê bi navê Recep ê ku çû ser Avahîya Ozkan a li ser Kolana Lefkoşe ya navçeya Baglar a Amedê ku dihat hilweşandin, hewl da xwe bikuje. Hat îdîakirin ku welatîyê ku piştê erdhêja 6ê Sibatê ya Mereşê avahîya ku mala wî tê de bû zirareke mezin dît û destûr nedan ku ji malên TOKÎ yên çêkirina wan didome sûdê werbigire, ji bo bertekê hewl da ku xwe bikuje.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristîyê, agirtef û polêsan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Piştê hewldanên îqnakirina demdirêj a polêsan welatîyê bi navê Recep ê paşnavê wî nehat zanîn ji avahîyê hate xwarê û ji cîhê bûyerê hate derxistin. Hat ragihandin ku mala welatîyê bi navê Recep li ser navê xizmekî wî bû û ji ber ku piştê erdhêjê encamek ji hewldanên xwe bi dest nexist, serî li vê rêyê daye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.