NÛÇEYÊN KURDÎ

AMERÎKAYÊ DERBARÊ CIVÎNA ÇARALÎ DE DAXUYANÎ DA: HELWESTA ME ZELAL E

Piştê civîna ku li Moskovayê di navbera wezîrên berevanîyê û serokên îstîxbaratê yên Tirkîye-Rûsya-Sûrîye-Îranê de hat kirin, daxuyanîya yekem ji Amerîkayê hat dayîn.

Di daxuyanîya nivîskî ya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê de hat destnîşankirin ku haya Amerîkayê ji civîna çaralî ya li Moskowayê heye û wiha hat gotin, “Ji alozîya Sûrîyeyê re ji bo çareserîyeke sîyasî ya mayînde em bi mutefîk, hevkar û Neteweyên Yekbûyî re xebatên xwe didomînin. Helwesta me zelal e; heta ku pêşkeftineke rastîn ber bi çareserîya sîyasî ve pêk neyê, em ê têkilîyên xwe yên bi rejîma Esad re asayî nekin.

Me ji hevkarên xwe yên li herêm re teqez kir ku, divê gavên pêbawer ji bo baştirkirina rewşa mirovî û ewlekarîya Sûrîyê di rêza pêşîn de û wek mijara sereke bê dîtin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.