NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSÎG: DI NAV DEH SALAN DE 1379 JINÊN KARKER JÎYANA XWE JI DEST DA

Meclîsa Tenduristî û Ewlehîya Kar (ÎSÎG) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Hemberê Jinê ya Cîhanê rapora kuştinên jinan ên li cîhê kar ji sala 2013'an û vir ve eşkere kir.

ÎSÎG: DI NAV DEH SALAN DE 1379 JINÊN KARKER JÎYANA XWE JI DEST DA

Li gorê raporê, ji sala 2013’an û vir ve herî kêm hezar û 379 karkerên jin di cînayetên kar de jîyana xwe ji dest dane. Bajarê ku herî zêde jinên karker mirine, Stenbol bi mirina 116 karkerên jin di rêza yekem de cîh girt.

 

Di raporê de, di belavkirina kuştinên kar ên jinan de li gor salan, herî zêde sala 2016’an û ya herî kêm jî sala 2013’an hat dîyarkirin. Di raporê de rêjeya mirinên ji ber cînayetên karkerên jin jî cîh girtin.

Di raporê de rêjeya qezayên trafîkê ji sedî 44, Covîd-19 ji sedî 11, qezayên hilweşandinê jî ji sedî 8 hatin tomarkirin.

Di raporê de ku mirina li gorê şaxên kar hatin ravekirin, 583 karkerên jin di çandinî/daristan, 209 karkerên jin di tenduristîyê de, 180 karkerên jin di bazirganî-ofîs-perwerdeyê de, 84 karkerên jin li şaredarîyê, 81 karkerên jin di tekstîlê de mirine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.