NÛÇEYÊN KURDÎ

AMRÎKA ÊRÎŞÊ KOMÊN MILÎS ÊN GIRÊDAYÊ ÎRANÊ KIR

Fermandarîya Navend a Amrîkayê ragihand ku wan di bersiva êrişa baregehê de êrişên esmanî li dijî enîyên Artêşa Şoreşa Îranê li Iraq û Sûrîyeyê pêk anîne.

DYA’yê ragihand ku ji ber êrîşa 28’ê Çileyê ya li ser baregeha Amrîkayê ya li ser sînorê Sûrîye-Urdunê, cara yekem li herêmê êrîş pêk anîne. Di daxuyanîya nivîskî ya CENTCOMê de wiha hat gotin,

"Li Sûrîye û Iraqê herî kêm 85 hedefên Hêzên Qudsê yên Artêşa Şoreşa Îranê û komên milîs ên girêdayê wê bi êrîşên hewayî hatin xistin. Di êrîşên li hedefên herêmê de navendên fermandarî û kontrolê, bi roket, fuze û balafirên bêmirov hatin xistin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.