NÛÇEYÊN KURDÎ

SAGLIK-SEN: LI TIRKÎYÊ HEMŞÎREYEK KARÊ KU DIVÊ 4 HEMŞÎRE BIKIN BI TENA SERÊ XWE DIKE

Serokê Saglık-Sen’ê Semîh Durmuş, bi wesîleya Roja Hemşîreyan peyamek nivîskî weşand.

SAGLIK-SEN: LI TIRKÎYÊ HEMŞÎREYEK KARÊ KU DIVÊ 4 HEMŞÎRE BIKIN BI TENA SERÊ XWE DIKE

Serokê Saglık-Sen’ê Semîh Durmuş, bi wesîleya Roja Hemşîreyan peyamek nivîskî weşand. Durmuş, di peyama xwe de wiha got; "Hemşîreyên ku hêmana herî girîng a pergala tenduristîyê ne, bi xemgînî dikevin Roja Hemşîreyan. Ji ber ku pirsgirêkên wan bi pêvajoya pandemîyê re kûr bûne, loma xemgîn in." Durmuş, bal kişand ser wê yekê ku danasîna karên hemşîreyan bi zelalî nehatine xêzkirin. Durmuş, dîyarkir ku ji ber pirsgirêkên ku ji pratîkan derdikevin, pêşeroja pîşeya hemşîretîyê di xetereyê de ye. Li gor daneyên Wezareta Tenduristîyê, hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê hemşîreyek karê ku divê 4 hemşîre bikin, bi tena serê xwe dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.