NÛÇEYÊN KURDÎ

ATÎK Ê CHPYÎ: JI BO EWLEHÎYA SINDOQAN EM DERSA XWE XWEŞ XEBITÎN

Serokê CHPê yê Bajarê Amedê Abdullah Atîk, dîyar kir ku wan amadekarîyên xwe yên ji bo dengdanê bidawî kirî ye.

ATÎK Ê CHPYÎ: JI BO EWLEHÎYA SINDOQAN EM DERSA XWE XWEŞ XEBITÎN

Serokê CHPê yê Bajarê Amedê Abdullah Atîk, dîyar kir ku wan amadekarîyên xwe yên ji bo dengdanê bidawî kirî ye. 

Di van rojên nêzê hilbijartinê de, herî zêde ewlehîya hilbijartinê di rojevê de ye û partîyên sîyasî derbarê vê yekê de bangewazîyan dikin.

Abdullah Atîk ê Serokê CHPê yê Bajarê Amedê, di daxuyanîya xwe de got, “Me wek partî dersa xwe ya li ser ewlehîya hilbijartinê pir baş xwend û xebitîn. Me endamên partîya xwe li ser ewlehîya hilbijartinê perwerde û hişyar kirin.

Di warê ewlekarîya hilbijartinê de tu fikarên me li Amedê nînin, ji ber ku me hemû tedbîr girtine. Li bajêr 3 hezar û 600 sindoq hene, Ti xema me nîne, em ji bo roja hilbijartinê amade ne.” Atik, bal kişand ser banga Kemal Kiliçdaroglû ya "Hişyarîya sindoqan" û got, "Hemû hevalên me wê sindoqên xwe biparêzin. Heta roja hilbijartinê bi dawî bibe, heta jimartin bi dawî bibe em ê li ser sindoqan bin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.