NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ MIDÛRÊ LÎSEYÊ JI PEYWÎRA XWE HAT GIRTIN

Midûrê ku nîvê şevê li Amedê temelê mizgeftê avêtibû di çarçoveya lêpirsînê de ji peywîrê hat dûrxistin.

LI AMEDÊ MIDÛRÊ LÎSEYÊ JI PEYWÎRA XWE HAT GIRTIN

Midûrê ku nîvê şevê li Amedê temelê mizgeftê avêtibû di çarçoveya lêpirsînê de ji peywîrê hat dûrxistin.

Midûrê Lîseya Şehîd Halît Gulser Îmam Hatîp Zekerîya Erdem 2 sal berê bêyî agahîya Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî û şaredarîyê li baxçeyê dibistanê temelê mizgeftê avêtibû.

Berê jî li Dibistana Navîn a Kemal Îmam Hatîp ê de xwendekarên kur û keç ji hev cuda kiribû. Piştê ku dayîk û bav bertek nîşan da Erdem got, "Sala bê ez ê mamosteyên jin û mêr jî ji hev cuda bikim."

Lêpirsîna derbarê Zekerîya Erdem de hat temam kirin. Di lêpirsîna ku ji alîyê mufetîşên Perwerdeya Neteweyî ve hat kirin de hat tespîtkirin ku Erdem debara ku ji bo xwendekarên pansîyonê dihat şandin ji xeynî mebestê bi kar anîye, kar û kiryarên derbarê depoya pansîyonê bi rêk û pêk nekirîye û personelên bê sîgorte li dibistanê dixebitîne.

Di çarçoveya rapora ku mufetîşan amade kir de ji Erdem re 3 meaş ceza birrîn û 2 jî cezayê rexnekirinê dane. Erdem ji peywîra midûrîyê hat girtin lê belê wê karê xwe yê mamostetîyê bidomîne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.