NÛÇEYÊN KURDÎ

LI 13 BAJAR HIN QADÊN DARISTAN JI ‘SÎNORÊ DARISTAN’ HAT DERXISTIN

Bi biryara Serokkomar li 13 bajar hin qadên daristanê ji sînorên daristanan hatin derxistin.

LI 13 BAJAR HIN QADÊN DARISTAN JI ‘SÎNORÊ DARISTAN’ HAT DERXISTIN

 

Bi biryara Serokkomar li 13 bajar hin qadên daristanê ji sînorên daristanan hatin derxistin.

 

 

 

Li gor biryarên Serokkomar yên ku di Rojnameya Fermî da hatin weşandin, li bajarên Çewlig, Bûrsa, Elezîz, Eskîşehîr, Kastamonu, Kocaelî, Konya, Kûtahya, Manîsa, Mugla, Sinop, Tokat û Zonguldakê hin herêm ji sînorên daristanan tên derxistin. Di biryarê de hat dîyarkirin

 

ku ji du caran zêdetir qada ku ji sînorên daristanan hatîye derxistin erd ku di bin hukm û rayeya dewletê de ne an jî di bin milkîyeta taybet a Xezîneyê de ne, wê ji alîyê Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê (Midûrîyeta Giştî ya Emlakên Neteweyî) ve ji Midûrîyeta Giştî ya Daristanan re were tehsîskirin ku daristan ava bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.