NÛÇEYÊN KURDÎ

ANKETA PÊŞNÛMAYA “SERNUXUMANDINÊ” YA CHPÊ

Piştî ku mijara sernuxumandinê ji nû de hat rojeva Tirkiyeyê, encamên anketa hilbijartinê ya diderbarê mijarê de hatibû amade kirin jî, hat parvekirin.

ANKETA PÊŞNÛMAYA “SERNUXUMANDINÊ” YA CHPÊ

Li gorî encamên anketa ku ji aliyê Şîrketa Lêkolînê ya BUPARê ve hat kirin de, ji welatiyan pirsa pêşniyara CHP'ê ya der barê sernuxumandinê de hat pirsîn. Di navbera 4-9'ê Cotmehê de bi hezar û 500 kesî re rû bi rû hevdîtin hat kirin û rast e rast pirs jê hat kirin.

Ji beşdaran pirsa "Di sala 2023an de wê kîjan namzedê serokomariyê bi ser bikev e" ji sedî 60,4 Tifaqa Millet, ji sedî 36,7 Tifaqa cumhûr û ji sedî 2,9 jî bersiva "Bila yê baş bi ser bikeve" da.

 Ji beşdaran hat pirsîn, "Pêşnûmeya qanûna CHP'ê ya der barê sernuxumandinê de gelo wê dengên wan zêde bike?"

Ji sedî 54,6 ê beşdaran bersiva “Erê”, ji sedî 43,6 “Na”, ji sedî 1,8 jî “Di vê mijarê fikra min tuneye”.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.