Pêvajoya dîyarkirina mûçeya kêmtirîn a nû ku rasterast 7 milyon karmendan eleqedar dike û nerasterast hemû welatîyan eleqedar dike, dewam dike.
Pêvajoya dîyarkirina mûçeya kêmtirîn a nû ku rasterast 7 milyon karmendan eleqedar dike û nerasterast hemû welatîyan eleqedar dike, dewam dike.
Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn ku di 11'ê Berfanbarê de civîna xwe ya yekem pêk anî, wê îro civîna xwe ya duyemîn pêk bîne. Di vê civîna ku ji bo dîyarkirina çarçoweya muzakereyê girîng e, wê daneyên bingehîn ên aborî bên nîqaşkirin.
Alîyên karmend û kardêr ku hê reqeman eşkere nekirine, piştê ku dane û raporên aborî bên pêşkêşkirin wê dest bi bazarîyê bikin.