NÛÇEYÊN KURDÎ

JÎYAN TOSÛN A KU HEDEF HATIBÛ NÎŞANDAN SERÎ LI DOZGERÎYÊ DA

Parêzer Jîyan Tosun a ku derbarê teqîna Taksîmê de ji aliyê endamê Partiya Zaferê Adem Taşkaya ve weke 'jina bombe avêtiye' hedef hat girtin, ji ber tehdîd û gef lêxwarinan serî li dozgeriyê da.

JÎYAN TOSÛN A KU HEDEF HATIBÛ NÎŞANDAN SERÎ LI DOZGERÎYÊ DA

Parêzer Jîyan Tosun a ku derbarê teqîna Taksîmê de ji aliyê endamê Partiya Zaferê Adem Taşkaya ve weke 'jina bombe avêtiye' hedef hat girtin, ji ber tehdîd û gef lêxwarinan serî li dozgeriyê da. Tosun, anî ziman ku di heyama teqînê de ji bo karekê muwekîlek xwe li Midûriyeta Polîsan a Kuçukçekmeceyê bû, diyar kir ku ji ber hedef nîşandayîn a Taşkaya çûye xwe spartîye edliyeyê, lê dema nekarî xwe bigihîne dozger ji ewlehiya canê xwe bi fikar bû û şeva xwe li avahiya dadgehê derbas kir.  Hat diyarkirin ku malbata Tosun jî hatiye tehdît kirin. Yeka din a ku bû hedef jî Parêzvana Mafên Mirovan, parêzer Eren Keskîn bû.

Keskîn, diyar kir ku ji Tirkiye û derveyî welat bi telefonê lê gerîyane û bi kuştin û destavêtinê gef li wê hatiye xwarin. Eren Keskînê derbarê mijarê de wiha got, "Nizanim çima em ji bo hedefgirtinê hatin hilbijartin, lê heta niha ne ez û ne jî Jiyan di ewlehiyê de ne, eger parvekirina twîtterê hatibe jêbirin jî agahiyên derew belav bûne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.