NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXUYANÎYA WEKÎLÊ AMEDÊ BÛ SEDEMA BERTEKAN!

Daxuyanîya Wekîlê Amedê yê AKPê Mehmet Saît Yaz ku dervarê TMOê de weşandibû, bû sedema bertekên cotkaran.

DAXUYANÎYA WEKÎLÊ AMEDÊ BÛ SEDEMA BERTEKAN!

 

Daxuyanîya Wekîlê Amedê yê AKPê Mehmet Saît Yaz ku dervarê TMOê de weşandibû, bû sedema bertekên cotkaran.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Wekîlê AK Partîyê yê Amedê Mehmet Saît Yaz ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Min bi rêveberê Giştî yê TMOyê birêz Ahmet Guldal re hevpeyvîn kir. Rojane 10 hezar ton dexl wek TMO tê kirîn, di nava mehekê de wê dexlên pêwîst bi tertîbekê bên kirîn û cotkarên me ne mexdûrin.” Serokê Odeya Ziraetê ya Yenîşehîrê ya Amedê Suleyman Îskenderoglû jî bertek nîşanê vê daxuyanîya endamê AKP'ê Yaz da û got, "Xoce, ez li bendê me ku hûn û Midûrê Giştî yê TMO'yê li nuqteya kirînê ya ajansa TMO ya Baglarê îdiayên me îspat bikin. Me ev pirsgirêk anîn rojevê. Ne exlaqîye ku hûn li vir li ser klavyeyê xwe wek lehengan bide nîşan. Çotkar di tengasîyê de ye. Tu sîyaseta qirêj dikî."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.