NÛÇEYÊN KURDÎ

ARTÊŞA ÎRANÊ, PARTÎYÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ BOMBEBARAN KIR

Artêşa Îranê kampên partiyên Rojhilat ên li Silêmanîyê û Hewlêrê bombebaran kir.

ARTÊŞA ÎRANÊ, PARTÎYÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ BOMBEBARAN KIR

Artêşa Îranê kampên partiyên Rojhilat ên li Silêmanîyê û Hewlêrê bombebaran kir. Do di derengîya saetên şevê de baregehên Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Î) ya li navçeya Koye ya Hewlêrê, û baregeha Partîya Karkerên Kurdistana Îranê (Komele) ya li Banegewr û Zirgwêz ya li sînorên Silêmanîyê û Bahirke ya Hewlêrê ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin, hatin bombekirin. Hemû nexweşxane û tîmên hawarçûnê yên Herêma Kurdistana Federe li hember êrîşan ketin teykûzê. Qeymeqamê Koye Tarik Haydarê diyar kir ku li herêmê 3 fuze ketine û dibe ku bi balafirên bêmirov hatibin kirin.  Haydarî diyar kir ku 2 fuze li nêzî navenda tenduristiyê ya li Kampa Azadîyê ketine. Rêveberê PDK-Î Elî Bûdaxî ragihand ku di encama bombebaranê de pêşmergeyekî bi navê Behzad şehîd bûye. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Aso Hawêzî jî diyar kir ku ji ber bombebarînê ekîbên alîkariyê nekarîbûn xwe nêzî cîhê bûyerê bikin. Derbarê hejmara mirî û birîndaran de ti agahî nehatin parvekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.