NÛÇEYÊN KURDÎ

AVAHÎYA 12 QAT A KU DI ERDHÊJÊ DE HILWEŞÎYABÛ DI PROJEYÊ DE 6 QAT E

Derket holê ku avahîya 12 qatî ya ku di erdhêjan de li Amedê hilweşîya, di projeya şaredarîyê de 6 qatî ye.

AVAHÎYA 12 QAT A KU DI ERDHÊJÊ DE HILWEŞÎYABÛ DI PROJEYÊ DE 6 QAT E

Derket holê ku avahîya 12 qatî ya ku di erdhêjan de li Amedê hilweşîya, di projeya şaredarîyê de 6 qatî ye.

Lijneya pispor a ku di çarçoveya lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Amedê ve derbarê tesbîtkirina qisûrên avahîyên ku di erdhêja 6ê Sibatê ya navenda Mereşê de hilweşîyabûn hat avakirin, lêkolîna xwe ya derbarê Apartmana Sozelê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê temam kir.

Di rapora pisporîyê ya ku derbarê Avahîya Apartmanan a Sözelê ya ku di erdhejê de hilweşîya û 48 kesan tê de  jîyana xwe ji dest dabûn hat amadekirin de, wiha hat gotin: “Tevî ku ev avahî di projeya ku di sala 1994’an de ji alîyê şaredarîyê ve hatîye pejirandin de weke 6 qat hatîye dîyarkirin jî Berevajî projeyên mîmarî û betonê, li gel jêrzemînê û terasê wek 12 qat hatîye çêkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.