NÛÇEYÊN KURDÎ

AVAHÎYA GIRAN XESAR, DI HEYAMA HILWEŞÎNA BI KONTROL DE HEDIMÎ

Li Amedê avahîya 9 qatî ya ku di erdhejên navenda Mereşê de zirar dîtibû, di dema xebatên hilweşandinê de ji nişka ve hedimî.

AVAHÎYA GIRAN XESAR, DI HEYAMA HILWEŞÎNA BI KONTROL DE HEDIMÎ

Li Amedê avahîya 9 qatî ya ku di erdhejên navenda Mereşê de zirar dîtibû, di dema xebatên hilweşandinê de ji nişka ve hedimî.

Li Amedê di erdheja 6'ê Sibatê ya ku li Pazarcik û Elbîstanê pêk hat de bi hezaran avahîyan xisar dîtin.

Li bajêr di heyama xebatên hilweşandina avahîyên bi xisar de, ewlehîya hawirdorê hat girtin û li Apartmana Furkan a 9 qatî ya ku li Taxa Peyasê ya navçeya Kayapinarê ye ku xisareke mezin dîtibû, xebatên hilweşandinê hat destpêkirin.

Piştê ku xebatên hilweşandinê dest pê kir û hin stûn hatin birîn, avahî ji nişka ve hilweşîya. Di encama hilweşînê de hawîrdor di bin dûmana tozê de ma.  Hat ragihandin ku tiştek bi canê tu kesî nehatîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.