NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ “PÊŞBIRKA XWARINÊN HEREMΔ TÊ LI DAR XISTIN

Hat ragihandin ku wê bi hevkarîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê "2yemîn Pêşbirka Xwarinên Herêmî yên Aşpêjên Ciwan" bê tertîpkirin.

Serlêdan ji bo pêşbirka ku wê di navbera 30ê Cotmeh û 3ê Mijdara 2023an de bi hevkarîya Beşa Karûbarên Esnaf û Pîşesazîyê û Beşa Xwarinê ya Dibistana Pîşeyî ya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Dîcleyê were kirin, dest pê kir.

Serlêdan wê heta 27ê Cotmeha 2023an berdewam bike. Agahîyên berfireh ên derbarê şert û hûrgulîyên pêşbirkê de dikarin ji Beşa Aşpêjan a Zanîngeha Dîcleyê bên wergirtin. Pêşbaz wê ji hêla endamên jûrîya pispor ve bêne nirxandin, li gorê kategorîyên cûrbecûr yên wekî team, heremî, pêşkêşî, orîjînalbûn, xuyang û paqijîyê.

Di encama pêşbirka ku li Laboratuvara Pîşeyî ya Dibistana Pîşeyî ya Zanîngeha Dicleyê ya Zanistên Civakî bê lidarxistin de, wê xelat ji 3 beşdaran re bên dayîn û her beşdarê ku derbasê fînalê bibe wê sertîfîkaya beşdarbûnê bê dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.