NÛÇEYÊN KURDÎ

AVAHÎYA KU DIHAT HILWEŞANDIN LI SER XANÎYÊ KÊLEKÊ QELIBÎ

Li Baglarê di dema hilweşandina avahîya ku zirareke mezin dîtibû de avahî li ser mala li kêleka wê qelibî.

AVAHÎYA KU DIHAT HILWEŞANDIN LI SER XANÎYÊ KÊLEKÊ QELIBÎ

Li Baglarê di dema hilweşandina avahîya ku zirareke mezin dîtibû de avahî li ser mala li kêleka wê qelibî.

Li Taxa Mevlana Halit a Navçeya Bahlar a Amedê avahîya 8 qatî ya ku di erdhêja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereşê de xisareke mezin dît, di dema hilweşandinê de li ser mala li kêleka wê qelibî.

Di dema ku xanî xera bû, ji ber hilweşînê ewrên ji tozê li herêmê belav. Hat ragihandin ku di dema hilweşandinê de mirî û birîndarbûn çênebûye.

Di dema ku xebatên rakirina kavilên avahîyê dest pê kir, hat hînbûn ku xanîyê ku zirareke mezin dîtiye wê ji alîyê fîrmaya ku xebatên hilweşandinê dimeşîne ji nû ve bê çêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.