NÛÇEYÊN KURDÎ

AYM’Ê DOSYAYA GIRTINA HDP’Ê JI RAPORTER RE ŞAND

Dadgeha Destûra Bingehîn hinceta nekirina parastina devkî ya HDP’ê red kir û dosyaya doza girtinê ji raportorê AYM’ê re şand.

AYM’Ê DOSYAYA GIRTINA HDP’Ê JI RAPORTER RE ŞAND

Dadgeha Destûra Bingehîn hinceta nekirina parastina devkî ya HDP’ê red kir û dosyaya doza girtinê ji raportorê AYM’ê re şand. 

Îdianameya dozê di 21’ê hezîrana 2021’an de hatibû qebûlkirin û pêvajoya darizandinê dest pê kiribû. Biryar hatibû dayîn ku HDP di 14’ê adarê de parastina xwe bike.

Li ser daxwaza partîyê, ev pêvajo taloqî 11’ê nîsanê hatibû kirin. HDP’ê xwestibû ku doza girtina partîyê ji bo piştê hilbijartinên serokkomarî û hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê were taloqkirin lê ev daxwaz hatibû redkirin.

HDP'ê ku wê li Dadgeha Destûra Bingehîn parastina xwe ya devkî bikira, 6'ê Nîsanê roja Pêncşemê serî li Dadgeha Bilind da û dîyar kir ku ew ê parastina devkî nekin. Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn îro ev daxwaznameya partîyê nirxandin. AYMyê biryar da ku partîyê ji parastina devkî feragat kirîye û dosyaya doza girtinê ji raportorê AYM’ê re şand.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.