NÛÇEYÊN KURDÎ

BÎLANÇOYA FELAKETA LEHÎYÊ YA LI NÎJERYA! 603 MIRÎ, 2400 BIRÎNDAR

Li Nîjeryayê di karesatên lehîyê yên ji ber barana zêde ku ji Hezîranê û vir ve dewam dike de 603 kesan jîyana xwe ji dest dan.

BÎLANÇOYA FELAKETA LEHÎYÊ YA LI NÎJERYA! 603 MIRÎ, 2400 BIRÎNDAR

Li Nîjeryayê di karesatên lehîyê yên ji ber barana zêde ku ji Hezîranê û vir ve dewam dike de 603 kesan jîyana xwe ji dest dan. Wezareta Karên Mirovî ya Nîjeryayê bi daxuyanîyekê ragihand ku di lehîyê de 2 hezar û 400 kes birîndar bûne. Wezaret zêdebûna mirinan wek asta herî bilind pênase dike û wiha got; “Hejmara zêde ya mirinan ji ber wê yekê bû ku gelek eyaletên welat ji vê astê baranê re amade nebûn. Zêdetirê 82 hezar xanî û 110 hezar hiktar zevîyên çandinîyê bi temamî wêran bûne.” Li Nîjeryayê di sala 2012'an de jî di lehîya ku rabûbû de 363 kesan jîyana xwe ji dest dabûn û 2 mîlyon 100 hezar kes jî neçar mane ku malên xwe biterikînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.