NÛÇEYÊN KURDÎ

BÛLDAN: HDP WÊ BI NAMZEDÊ XWE BEŞDARÊ HILBIJARTINÊ BIBE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di Kongreya HDP'ê ya Qersê de axivî û dîyar kir ku dê di demeke nêz de namzetên xwe yên serokomarîyê eşkere bikin.

BÛLDAN: HDP WÊ BI NAMZEDÊ XWE BEŞDARÊ HILBIJARTINÊ BIBE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di Kongreya HDP'ê ya Qersê de axivî û dîyar kir ku dê di demeke nêz de namzetên xwe yên serokomarîyê eşkere bikin.

4. Kongreya Asayî ya Rêxistina bajarê Qersê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kongreyê de axivî û got, “Niha mijara ku her kes li bendê ye mijara namzetê serokomarîyê ye. Em ê wekê HDP’ê di demek herî kurt de namzetê xwe yê Serokkomarîyê bi gelên Tirkîyeyê re parve bikin. HDP wê namzetê xwe dîyar bike û bi namzetê xwe wê beşdarê hilbijartinan bibe.

Ji alîyê din ve Hevseroka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuray Ozdogan, derbarê biryara bloqekirina hesabên partîyê ku ji alîyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hatîye dayîn de daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de rexneyên li dijî biryarê hatin rêzkirin û hat destnîşankirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn di malpera xwe ya înternetê de sedema biryarê eşkere nekirîye û di vê mijarê de teblîxa ku ji HDP'ê re hatîye şandin jî tê de kêmasî heye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.