GÜNDEM

BÛLDAN: PLANÊN ME YÊN B Û C HENE, EM BIHÊZ AMADEHÎYAN DIDOMÎNE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, derbarê dosyaya girtina partîya wan û derbarê hilbijartinên Serokkomarîyê de daxuyanî da.

BÛLDAN: PLANÊN ME YÊN B Û C HENE, EM BIHÊZ AMADEHÎYAN DIDOMÎNE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, derbarê dosyaya girtina partîya wan û derbarê hilbijartinên Serokkomarîyê de daxuyanî da.

Buldan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, “Ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. Wê li ser siberoja Tirkîyeyê deng bê dayîn. Ji ber ku li Tirkîyeyê sîstemeke rejîmê heye. Divê ev sîstema rejîmê ji holê bê rakirin.”

Derbarê girtina partîya wan ya di pêvajoya hilbijartinê de ji, Bûldan wiha got, “Îro Dadgeha Destûra Bingehîn biryarên sîyasî dide. Di hemû biryarên xwe yên dawî de, em dibînin ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryarên ku li gor talîmatên serayê hatine girtin. Li hemberê lîstikên wan gelek çareserîyên me hene. Planên me yên B û C hene. Ji ber vê yekê ez dixwazim dîyar bikim ku amadekarîyên me yên ji bo hilbijartinan bi awayekî herî xurt berdewam dikin. Di hilbijartinan de wê HDP teqez bi hêza xwe di nava vê sîyaseta Tirkîyê de, di qada sîyasî ya Tirkîyê de cihê xwe bigire.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.