NÛÇEYÊN KURDÎ

DAXUYANÎYA HEVPAR A 43 ODEYÊN TABÎBAN: EM QEBÛL NAKIN!

43 Odeyên Tabîban derbarê doza ji kar avêtinê ya endamên Konseya Navend ya Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) ku wê di 30'ê Mijdarê de bê dîtin de daxuyanî dan û wiha gotin; “Em destwerdana li ser yekparebûna rêxistinî ya TTB’ê qebûl nakin.” 43 Odeyên Tabîban daxuyanîyeke hevpar dan û wiha gotin; “Doza betalkirina endamên Konseya Navend ya TTB'ê wê di 30'ê Mijdara 2023'an de bê dîtin.

DAXUYANÎYA HEVPAR A 43 ODEYÊN TABÎBAN: EM QEBÛL NAKIN!

Bi îhtîmaleke mezin ev danişîn wê bibe rûniştina biryarê.

Doza ku ti bingeh û hiqûqa wê tine, nêzê salek e berdewam dike.

Rêxistina pîşeyî ya 70 salî ku hêza xwe ji Destûra Bingehîn digire, Em pratîka bêbandorkirin û hewldana krîmînalîzekirinê ya ji alîyê darazê ve, ku di demên dawî de gelek caran û ji ber sedemên ne dîyar li derveyê mekanîzmaya xwe ya kontrolê tê bikaranîn, qebûl nakin.

Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de dosya ji kar avêtinê ya endamên Meclîsa Navend ya Yekîtîya Tabîbên Tirk ku bi hilbijartinê hatine ser peywîrê, bê rakirin û midaxeleyên li pêvajoyên îdarî yên TTB û odeyên tenduristîyê neyên kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.