NÛÇEYÊN KURDÎ

BABACAN: HIKÛMET NIKARE BI TENA SERÊ XWE JI BIN VÊ KAVILÊ DERKEVE

Serokê Giştî yê partîya DEVAyê Alî Babacan, welatîyên li konên AFADê yên li Parka Koşûyolû ya Amedê hatine vedan zîyaret kir û pişt re rojev nirxand.

Babacan dîyar kir ku ew bi felaketeke ku weke welat bûye sedema windahîyên mezin re rû bi rû mane û wiha got, "Me hemû bajarên ku ji ber erdhejê wêran bûne zîyaret kir. Ne pêkan e ku hikûmeta navendî di bin karesateke wiha de bi tena serê xwe li ber xwe bide. Piştê ku derfetên mezin ên Tirkîyeyê bên bikaranîn wê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Divê hikûmet bi rêveberîyên herêmî re weke hev tevbigere.” Babacan di berdewamîya axavtina axwe de jî got, “Em di nava xebatekê de ne ku ji 3 beşan pêktê. Beşa ewil, gelo tiştên divê berîya erdhejê bihata kirin çima nehatîye kirin. Ya duyemîn jî çima piştê 3 rojan alîkarî dereng ket. Erdogan bi xwe jî vê kêmasî û îhmalê qebûl dike. Ya sêyemîn jî divê em bi kîjan rêbazê birînên gelê xwe bipêçin. Piştê xebata me bi dawî bibe, emê bi raya giştî re parve bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.