NÛÇEYÊN KURDÎ

BANKA NAVEND NIRXANDINA GEŞEDANÊN BIHAYAN ÊN ÎLONÊ EŞKERE KIR

Banka Navend ya Komara Tirkîyeyê (CBRT) nirxandina geşedanên bihayan ên meha Îlonê eşkere kir.

BANKA NAVEND NIRXANDINA GEŞEDANÊN BIHAYAN ÊN ÎLONÊ EŞKERE KIR

Banka Navend ya Komara Tirkîyeyê (CBRT) nirxandina geşedanên bihayan ên meha Îlonê eşkere kir.

Di nirxandinê de hat dîyarkirin ku di meha îlonê de malên perwerdehîyê yên wek xercên zanîngehan, otobusên dibistanan û xercên yurdê bi zêdekirina bihayan derketine pêş û her ku diçe zêdekirina kirêyan xurtir bûye.

Hat destnîşan kirin ku bandorên paşdemayî yên daketina nirxê Lîreyê Tirk, zêdekirina mûçe û qaîdeyên bacê qels bûne û ji xeynî xizmetguzarî û alkol û tutunê, zêdebûna bihayê mehane kêm bûye.

Her wiha Banka Navend di nirxandina xwe de bal kişand ser bihayên enerjîyê jî, û dîyar kir ku geşedanên di bihayên enerjîyê de bi taybetî nefta xav di zêdebûna bihaya koma enerjîyê de bandorker e. Zêdebûna bihayê mehane li gor du mehên dawî kêm bûye û bihabûna nan, dexl û sebzeyan kêm bûye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.