NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYÊ JI PARTÎYÊN LI MECLÎSÊ RE RAPORA “PARÊZERÎYÊ” ŞAND

Baroya Amedê rapora xwe ya bi sernavê "Li Tirkîyeyê Pîşeya Parêzgerîyê, Pirsgirêkên Wê û Pêşnîyarên Çareserîyê" ya li ser Pakêta Dadwerîyê ya 7emîn a ku tê plankirin bînin Meclisê, ji partîyên sîyasî yên ku li Meclîsê koma wan heye re şand.

BAROYÊ JI PARTÎYÊN LI MECLÎSÊ RE RAPORA “PARÊZERÎYÊ” ŞAND

Baroya Amedê rapora xwe ya bi sernavê "Li Tirkîyeyê Pîşeya Parêzgerîyê, Pirsgirêkên Wê û Pêşnîyarên Çareserîyê" ya li ser Pakêta Dadwerîyê ya 7emîn a ku tê plankirin bînin Meclisê, ji partîyên sîyasî yên ku li Meclîsê koma wan heye re şand.

Tê bendekirin ku 7'emîn Pakêta Darazê ya ku Wezareta Dadê li serê xebatên xwe didomîne, di nava vê mehê de bînin Meclîsê. Di raporê de çend sernavên grîng ku derdikeve pêş wiha ne, "Astengkirina Xebatên Pîşeyî yên Parêzeran û Gef û tehdîdên darazîyê, Pêşnîyarên Çareserîyê yên Derbarê Zêdebûna Fakulteyên Hiqûqê, Teşhîs û Pêşnîyarên Çareserîyê yên Derbarê Parêzerên ku rûhsatên wan hatine xesip kirin, Pirsgirêkên Aborî û Pêşnîyarên Çareserîyê yên Hiqûqnasan û Pêşnîyarên Hiqûqê, Pêşnîyarên Çareserîyê yên îtîbara Hiqûqnas û Pîşesazîya Hiqûqnasîyê” û her wiha rapora ku ji 15 sernavan pêk tê, pirsgirêkên di pîşeya hiqûqî de derketine holê û ji bo çareserîyê pêşnîyar hatin kirin. Her wiha di raporê de wiha hat îfadekirin, "Welatên ku girîngîya pêwîst nadin desthilatdarîya parastinê, nikarin bi awayekê rast bigihêjin armanca dewleta hiqûqê. Pêwîste feraseta parêzertî û mafê parastinê herî kêm weke têgeh di Destûra Bingehîn a nû de cih bigire. Ji bo ku dewlet girîngîya mafê parastinê yê pîroz nîşan bide ev pêwîst e. Ev jî pêwîstîyeke dewleta hiqûqê ye. Ew di Destûra Bingehîn de rêgeza wekhevîya çekan nîşan dide. Ji bo ku ev yek pêk were divê hem Baro û hem jî Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê hewldana pêwîst nîşan bidin.”  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.