NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ BERTEK NÎŞANÊ QERARA BEREATA KAYAALPÊ MHPYÎ DA

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bertek nîşanê serbestberdana Serokê berê yê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp da û diyar kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin.

BAROYA AMEDÊ BERTEK NÎŞANÊ QERARA BEREATA KAYAALPÊ MHPYÎ DA

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bertek nîşanê serbestberdana Serokê berê yê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp da û diyar kir ku ew ê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Baroya Amedê derbarê mijarê de wiha got; “Em beşdarê danişîna doza Serokê berê yê MHPê yê Amed Cîhan Kayaalp bûn. Em serbestberdana bersûcên ku ji ber sûcên îstîsmara cinsî ya li dijî zarokan, tê xwestin ku bê cezakirin qebûl nakin. Wekîlê mexdûrê, her çiqas xwest ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Semîh Yalçin wek şahid bê guhdarîkirin jî, heyeta dadgehê ev daxwazê red kir. Em ji raya giştî re radigihînin ku dadgehkirina bersûcan di rewşa xwe ya niha de neqanûnî ye, em beraata tawanbaran qebûl nakin û emê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.