NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ:BILA AQÛBETA KESÊN HATINE WINDAKIRIN BÊ EŞKEREKIRIN

Baroya Amedê derbarê 30’ê Tebaxê Roja Mexdûrên Windakirinan a Cîhanê, daxuyanîyeke nivîskî weşand. Bi biryara di 21'ê Kanûna 2010'an de, Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî roja 30'ê Tebaxê weke "Roja Qurbanên Windakirina Bi darê zorê ya navneteweyî" îlan kir.

Di daxuyanîya Baroya Amedê de bal hat kişandin ser têkoşîna Dayikên Şemîyê û kesên bi darê zorê hatin windakirin hatin bibîranîn. Baroya Amedê her wiha daxwaz kir ku Tirkîye divê tavilê bibe alîgirê 'Peymana Navneteweyî ya ji bo Parastina Hemû Kesên Ji Windakirina Bi zorê', aqûbeta kesên bi zorê hatine windakirin bê eşkerekirin, kiryar û berpirsyar bên darizandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.