GÜNDEM

LI ELAZÎZÊ JINA KU LI TESÎSÊN MASÎVANÎYÊ WEZÎFEDAR BÛ, DI NAVA AVÊ DE WENDA BÛ

Endezyara jin a ku li Elezîzê li tesîsa masîvanîyê dixebitî, ji keştîyê de ket û di nava avê de winda bû.

LI ELAZÎZÊ JINA KU LI TESÎSÊN MASÎVANÎYÊ WEZÎFEDAR BÛ, DI NAVA AVÊ DE WENDA BÛ

Endezyara jin a ku li Elezîzê li tesîsa masîvanîyê dixebitî, ji keştîyê de ket û di nava avê de winda bû.

Di bûyera ku danê sibê qewimî de, hat ragihandin ku jinek navê wê bi tevahî nehate eşkerekirin, dema ku di keştîyê de bû û li navçeya Kebanê ya herêma Dînboyê li kargeha masîvanîyê wek endezyar dixebitî, di keştîyê de ket nav ava çemê Firatê. Li ser îxbara kesên di keştîyê de bûn, ekîbên lêgerîn û xilaskirin û  tenduristîyê û ewlehîyê sewqê cihê bûyerê hatin kirin. Ekîban li herêmê bi girtina tevdîrên ewlehîyê yên berfireh dest bi lêgerînê kirin. Derbarê, bûyer çawa qewmî de tu agahî nehat parvekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.