NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ JI BO HEQÊ KEDA PARÊZERAN BIRYARA RAWESTANDINA KAR DA

Baroya Amedê ji ber ku tarîfeyên heq nehatîye nûkirin wê ji sibê ve tayîna parêzeran a li CMK'ê rawestîne. Baroya Amedê ku bi zêdeyê 2 hezar parêzeran re xizmetê dide, ji ber tarîfeyên heqê CMK'ê nehat nûkirin biryarek nû da.

BAROYA AMEDÊ JI BO HEQÊ KEDA PARÊZERAN BIRYARA RAWESTANDINA KAR DA

 

Di daxuyanîya baroyê de wiha hat gotin: “Em ji 23’ê Sibata 2024’an pê ve ji bilî komên hewcedar, ji bo tarîfeyên heq ên CMK’ê ya ku li gorê şert û mercên aborî yên îroyîn be, tayînkirina parêzeran rawestînin.

Xizmeta parêzvanîyê ya mecbûrî nabe ku bibe karek. Em heqê keda xwe dixwazin." Di berdewamîya daxuyanîyê de hat xwestin ku di tarîfeya heq a CMKê de başkirinek li gor rûmeta pîşeyê bê kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.