NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ: ÊRÎŞÊN LI SER KURDÎ DIVÊ RAWESTE

Baroya Amedê derbarê destpêka sala nû ya edlî, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da û gelek parêzer beşdarî daxuyanîyê bûn.

BAROYA AMEDÊ: ÊRÎŞÊN LI SER KURDÎ DIVÊ RAWESTE

Baroya Amedê derbarê destpêka sala nû ya edlî, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da û gelek parêzer beşdarî daxuyanîyê bûn.

Serokê Baroyê Nahît Eren daxuyanîyê de dîyar kir ku, wan sala borî her çiqas ji darazê  daxwaz kirine jî tu pirsgirêk nehatîye çareserkirin û digel vê pirsgirêk zêde bûne. Eren bal kişand ser tadeyên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Em dixwazin bale bikişînin ser nasname û zimanê kurdî ku di demên dawî de bi êrîşan û zimanê nefretê re rû bi rû  maye. Ji ber bikaranîna zimanê tundîyê êrîşên nijadperest pêk tên. Em dixwazin bila ev ziman bê terkandin û daraz di van êrişên cihêkarî û nijadperest de erka xwe bîne cih.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.