NÛÇEYÊN KURDÎ

KESKÎN: HEMÛ BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN BI DEMBORÎYÊ HATIN GIRTIN

Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya "19'ê Berfanbarê Roja Têkoşîn û Hevgirtina Mafên Mirovan a li Girtîgehan" li hemû şax û nûnertîyan daxuyanîyeke hemwext da.

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û Wekîlê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû beşdarê daxuyanîya li Amedê bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yusuf Erdogan wiha axivî; “Weke Komeleya Mafên Mirovan em ê daxwaza darizandina berpirsyarên komkujîyê bikin.” Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn di daxuyanîya Amedê de dema 19’ê Berfanbara 2000’an bi bîr xist û wiha got, “Ew roj bi rastî jî pir bi xof bûn. Me otopsî kir û teşhîs kirin. Me yek ji wan ji bîr nekirîye. Lê mixabin ev komkujî jî weke yên din bê hesab bi dawî bû.

Hemû binpêkirinên mafên mirovan bi demborîyê hatine girtin." Piştê Keskîn Tanrikûlû axivî û dîyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dewam dikin û wiha got, “Dema em li girtîgehan dinêrin, em dibînin ku ev demeke dirêj e bi halê giran mafên mirovan tên binpêkirin. Komkujî pêk tên. Bi taybetî bajarê ku em tê de ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.