NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HILBIJARTINAN DE WÊ 41 HEZAR 614 GIRTÎ DÊ DENGÊ XWE BIDIN

Hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê di hilbijartinên 14ê Gulanê de, wê zêdetirê 40 hezar girtîyên di hepsan de dengê xwe bikarbîne.

DI HILBIJARTINAN DE WÊ 41 HEZAR 614 GIRTÎ DÊ DENGÊ XWE BIDIN

Hat dîyarkirin ku li Tirkîyeyê di hilbijartinên 14ê Gulanê de, wê zêdetirê 40 hezar girtîyên di hepsan de dengê xwe bikarbîne.

Di hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê de, 64 milyon û 191 hezar û 285 hilbijêr wê di 195 hezar û 705 sindoqan de dengên xwe bidin.

Koordînatora Parêzvaniya Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Cezayê de (CÎSST) Berîvan Korkût, diyar kir ku li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Wezareta Edaletê ku di 1'ê adara 2023'yan de hat weşandin 349 hezar û 893 girtî û hikûmxwar hene ku ji wan 41 hezar û 614 kes girtî ne. Korkut, da zanîn ku girtiyên ku ji ber hincetên cuda yên weke taloqkirina înfazê yan jî berdana bi şert li derve ne, dikarin dengê xwe bidin û wiha got: "Niha hejmara ku em dikarin bidin ev e ku li girtîgehan 41 hezar û 614 girtî dikarin dengê xwe bidin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.