NÛÇEYÊN KURDÎ

BELGEYÊN FÎRMAYA KU XAÇERÊYA PIRA ABÎDE ÇÊKIRÎYE SEXTE NE

Hat dîyarkirin ku belgeyên fîrmaya ku xaçerêya pira Abîde ya ku di felaketa lehîyê ya Rihayê de herî zêde xisar pêk hatîye, sexte ne.

BELGEYÊN FÎRMAYA KU XAÇERÊYA PIRA ABÎDE ÇÊKIRÎYE SEXTE NE

Hat dîyarkirin ku belgeyên fîrmaya ku xaçerêya pira Abîde ya ku di felaketa lehîyê ya Rihayê de herî zêde xisar pêk hatîye, sexte ne.

Nivîskarê rojnameya Cumhurîyetê Murat Agirel, di nivîsa xwe ya îro de dîyar kir ku fîrmaya OHÎTAN a ku li Rihayê Xaçerêya pira Abide ya ku felaketa lehîyê lê herî giran bû, bi 104 milyon lîre ava kir, bi belgeyên sexte hewl da îhaleyê bike. Agirel destnîşan kir ku roja berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê fîrmayê de agahî parve kirî ye. Ji bo parvekirinê jê bibe bi dadgehê gef lê hatîye xwarin û wiha got, “Fîrmayê ji bo ez parvekirinê jê bibim belgeyên ji bo îhaleyê werbigre ji min re şandibûn sexte derket.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.