NÛÇEYÊN KURDÎ

BERHEMÊN DÎROKÎ YÊN KELEHA ZERZEWANÊ CARA EWIL HATIN PÊŞANDAN

Berhemên ku di kolandinên arkeolojîk ên li Keleha Zerzewanê ya dîrokî ya ku li Amedê hatin dîtin, cara ewil hatin pêşandan.

BERHEMÊN DÎROKÎ YÊN KELEHA ZERZEWANÊ CARA EWIL HATIN PÊŞANDAN

Berhemên ku di kolandinên arkeolojîk ên li Keleha Zerzewanê ya dîrokî ya ku li Amedê hatin dîtin, cara ewil hatin pêşandan. Hat ragihandin ku di pêşangehê de 110 berhemên dîrokî yên ku ji Keleha Zerzawanê hatine derxistin hene. Pêşangeh, li Muzeya Arkeolojîyê ya Amedê, bi beşdarîya Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy, Walî Mûnîr Karaloglu hat vekirin. Pêşangeha ku berhemên aîdî Keleha Zerzawan tê de cih digirin eleqeya ji bo muzeyê hîn zêdetir kir. Tê bendêkirin ku pêşangeh ji bo tûrîzma Amedê û herêmê bibe alîkar.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.