NÛÇEYÊN KURDÎ

BERMAYÎYÊN AJALÊN DI CEJNÊ DE SERJÊKIRIBÛN NE HATÎYE PAQIJ KIRIN

Bermayîyên heywanên ku li navçeya Baglar a Amedê li ser Kolana Lefkoşayê li erdê mane û nehatine rakirin, bû sedema bertek û nerazîbûnan.

Li gor îddîayên welatîyan, hat dîyarkirin ku di Cejna Qurbanê de bermayîyên laşê heywanên ku li kolana Lefkoşe ya taxa Şêx Şamilê li qadeke vala hatine serjêkirin, nehatîye paqij kirin.  

Her wiha tê dîyarkirin, li vê qada ku bazara taxê lê tê danîn, esnafan bertek û nerazîbûn nîşandan.

 Welatîyan îdia kirin ku bi rojan e ji Navenda Telefonê ya Alo 153an ya Şaredarîya Bajarê Amedê dikin û gilîyên xwe yên der barê rewşê de tînin ziman, lê ti encamek bi dest nexistine.

Hemwelatîyan û esnafan bang li rayedaran kirin û xwestin tavilê qadê paqij bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.