NÛÇEYÊN KURDÎ

JI BAROYA AMEDÊ HIŞYARÎYA ŞÎRÎKETÊN ŞEWIRMENDÎYA ZIRARÊ

Baroya Amedê bang li mexdûrên erdhêjê kir û derbarê şîrîketên şêwirmendîya zirarê de ku soza pêşkêşkirina bêpere xizmetên hiqûqî dabû, serlêdana sûc kir.

JI BAROYA AMEDÊ HIŞYARÎYA ŞÎRÎKETÊN ŞEWIRMENDÎYA ZIRARÊ

Baroya Amedê bang li mexdûrên erdhêjê kir û derbarê şîrîketên şêwirmendîya zirarê de ku soza pêşkêşkirina bêpere xizmetên hiqûqî dabû, serlêdana sûc kir.

Baroya Amedê, du serlêdanên Semsûr û Meletîyê nirxand. Baroya Amedê di lêkolîna xwe de dîyar kir ku ji alîyê kesên ku xwe weke şîrîketa şêwirmendîya zirarê didin nasîn, li wan mexdûrên erdhêjê digerin û ji bo avahîyên ku di erdhêjê de xisareke giran û sivik dîtine doz vekin û ew ê vê pêvajoyê bêpere bimeşînin, ji ber vê yekê ji mexdûrên erdhêjê parêzname xwestine. Li ser vê yekê Baro derbarê navnîşan û telefonên van şîrîketan de lêpirsîn da destpêkirin. Komek parêzerên Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Amedê çûn navnîşana kesên li mexdûran digeriyan û rapor girtin. Piştê raporê Baroya Amedê serlêdana sûc kir. Di serlêdana sûc de hat xwestin ku derbarê kes û sazîyan de ji ber muxalefeta "Qanûna Dozgerîyê ya Hejmar 1136" lêpirsîn û doz bê vekirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren daxwaz kir ku li hemberê şîrîket û kesên bi vî rengê baldar bin û wiha got, “Bi taybetî di demên wiha de divê mexdûr baldar bin. Ji ber ku piştê wê dibe ku gazincên giran derkevin holê. Tiştên ku van şîrîket an kesan dikin ji hêla qanûnê ve sûc e. Pêşnîyara me ji mexdûran re ew e ku bi rêya parêzerên ku nas dikin vê pêvajoyê bimeşînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.