NÛÇEYÊN KURDÎ

CENAZEYÊ CIWANÊ KU DI ÇEMÊ DÎCLEYÊ DE WINDA BIBÛ HATE DÎTIN

Cenazeyê yek ji 2 zarokên ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbûn, hat dîtin.

CENAZEYÊ CIWANÊ KU DI ÇEMÊ DÎCLEYÊ DE WINDA BIBÛ HATE DÎTIN

Cenazeyê yek ji 2 zarokên ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbûn, hat dîtin. Îdrîs Pûtrû yê 17 salî ku li Şirnexê ji bo xwe hênik bike kete çemê Dîcleyê, ji ber bilindbûna asta avê ya ji nişka ve, di çem de winda bû. Di encama xebatên ku ji duh bi şev û vir ve, ji alîyê tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê ve tên meşandin de, cenazeyê Îdrîs Pûtrû hat dîtin. Cenazeyê ciwanê ji bo otopsîyê birin morgê. Xebatên tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên ji bo dîtina Zekerîya Negîz ê 13 salî berdewam dikin. Li kêleka çem jî bendewarîya malbatan didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.