NÛÇEYÊN KURDÎ

BEYOGLU: NÛÇEYÊN HERÊMA QEREJDAXÊ YA JI BO GEŞEPÊDANÊ HAT VEKIRIN BAWER NEKIN

Ji alîyê Şaredarîya Rezanê ve di derbara nûçeya ku herêma Qerejdaxê ya Navçeya Rezan ya Amedê, ji bo geşepêdanê hatîye vekirin de hişyarî hat dayîn.

BEYOGLU: NÛÇEYÊN HERÊMA QEREJDAXÊ YA JI BO GEŞEPÊDANÊ HAT VEKIRIN BAWER NEKIN

Ji alîyê Şaredarîya Rezanê ve di derbara nûçeya ku herêma Qerejdaxê ya Navçeya Rezan ya Amedê, ji bo geşepêdanê hatîye vekirin de hişyarî hat dayîn. Hat ragihandin ku kes an jî sazîyên ku bi gotina "Li herêma Qerejdaxê ax û zevî ji bo geşepêdanê hatin vekirin" mexdûrîyeta welatîyan ji bo berjewendîya xwe bikartînin. Di daxuyanîya ku ji alîyê Serokê Şaredarîya Rezanê Huseyîn Beyoglu ve hat dayîn de wiha hat gotin; “Spekûlasyonên ku erd û zevîyên ku li herêma Qerejdaxê ya ji bo geşepêdanê hatine vekirin, ne rast in. Şaredarîya me û Şaredarîya Bajarê Mezin xwedî biryareke wiha nînin. Ez ji welatîyên me daxwaz dikim ku nûçeyên wiha yên bêbingeh bawer nekin”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.