AMED

BIRYARA DOZA ÊRÎŞA BOMBÊ LI KOLANA ÎSTÎKLALÊ DÊ 26'Ê NISANÊDE BÊ

5emîn danişîna doza der barê êrîşa bombeyî ya ku di 13ê Mijdara 2022an de li Stenbolê pêk hat û di encamê de 6 kes mirin û 99 kes birîndar bûn îro li 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Dadgehê ji bo biryarê danişîn taloqî 26'ê Nîsanê kir.

Di 5'emîn danişîna doza ku 36 kes di derbarê êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê de dihatin darizandin de Ehlam Albeşîr û 5 bersûc hatin girtin. Hin bersûc bi rêbaza Pergala Agahdariya Deng û Vîdyoyê (SEGBÎS) bi danişînê hatin girêdan.

Di danişînê de bersûcan sûcên ku der barê wan de hatin kirin qebûl nekirin. Ehlam Albeşîr ku di danişînê de parastin nekir got, "Tiştekî min ê bêjim tune."

Heyeta dadgehê biryara xwe ya demkî eşkere kir û biryar da ku 10 bersûcên girtî dewam bikin û ji bo biryarê danişîn taloqî 26'ê Nîsanê kir.

Di qenaeta dozger de ji bo Ehlam Albeşîr bi giştî 7 cezayê muebbetê û ji hezar û 949,5 salan heta 3 hezar û 9 salan cezayê hepsê hat xwestin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.