NÛÇEYÊN KURDÎ

BULUT: EM DIXWAZIN ZAROK BI ZIMANÊ XWE BIGÎHÎN SÎNEMAYÊ

Kolektîfa Sînemaya Nû ku organîzasyona hevpar a Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) û Yenî Sahne ye, li gundên Êlihê û navçeyên wê zarokan bi sînemaya Kurdî re tîne cem hev.

Armanca Kolektîfê ew e ku zarokên ku li gundan dijîn û derfetên wan ên çandî tune ne, bila karibin bi zimanê xwe yê zikmakî li fîlman temaşe bikin. Kolektîfê dîyar kir ku ew ê di meha Îlonê de serdana 15 gundan bikin. Koordînatorê Projeya Kolektîfa Sînemaya Nû Ronî Bulut dîyar kir ku armanca wan ew e ku ji gundê herî nêzê Êlihê biçin gundê herî dûr. Bulut anî ziman ku ew dixwazin zarokên ku bi zimanê xwe yê zikmakî bêyî derfetên xwe bigîhîn sînemayê û wiha berdewamkir; “Em ê di zivistanê de jî bernameyên girtî pêk bînin. Sala bê em armanc dikin ku em biçin gelek gundan û ji zarokan re sînemayê bidin nasîn."  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.