NÛÇEYÊN KURDÎ

CÎGIRÊ SEROKÊ AMEDSPORÊ ELALDI Û JI MALBATA WÎ 14 KES HATIN BIN ÇAV KIRIN

Cîgirê Serokê Amedsporê Omer Elaldi jî di nav de gelek endamên malbatê hatin binçavkirin.

CÎGIRÊ SEROKÊ AMEDSPORÊ ELALDI Û JI MALBATA WÎ 14 KES HATIN BIN ÇAV KIRIN

Cîgirê Serokê Amedsporê Omer Elaldi jî di nav de gelek endamên malbatê hatin binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Ewlehîya Giştî ya Midûrîyeta Polîsan a Amedê li dijî rêveberê Amedsporê Omer Elaldî û malbata wî li gelek navnîşanan operasyonek hemwext li dar xistin.

Di çarçoveya operasyonê de Cîgirê Serokê Amedsporê Omer Elaldî jî di nav de 14 kes hatin binçavkirin. 14 kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat hînbûn berîya danê nîvro sewqê edlîyeyê hatin kirin.

Serokê Klûba Amedsporê Selahattîn Yildirim li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bertek nîşanê biryara binçavkirinê da û wiha got: “Cîgirê Serokê me Omer Elaldî hat binçavkirin. Berîya maçên Play-Offê yên ku wê du roj şûnde di rêya şampîyonîyê de dest pê bikin, operasyoneke wiha em qebûl nakin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.