NÛÇEYÊN KURDÎ

LI SER BANGEWAZÎYAN LI ÎRANÊ PROTESTOYÊN JÎNA EMÎNÎ DÎSA GUR BÛN

Xwepêşandanên ku piştê Jîna (Mahsa) Emînî ji alîyê polîsên exlaqî ve hat kuştin û li Îranê destpê kiribûn, dîsa bang û gazîyên boykot û grevê li ser medyaya civakî hatin kirin û li gelek bajaran protesto dîsa gur bûn.

Komên qelebalix ên li herêmên Ekbatan û Sadabad ên Tehrana paytexta Îranê hatin cem hev, bi dirûşmeyên li dijî hikûmetê kolan ji trafîkê re girtin. Di dema ku girseya gel a li bajarê Meşhedê li ser kolanê agir pêxistin, xwepêşanderên ku li bajarê Kerecê daketin kolanan, demek dirêj bi dirûşmeyan meşiyan. Hat ragihandin ku li gelek herêmên din jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Li ser medyaya civakî di parvekirinên ku ji aliyê muxalîfan ve hatin kirin de banga boykot û grevê ya 3 rojan li welat hate kirin û hin xwendekarên zanîngehê jî ragihandin ku ew piştgirîyê didin boykotê. Her wiha ragihandin ku wan biryar daye wê ji roja Duşemê ve neçin dersê. Li hin bajarên welêt esnafan derabeyên xwe girtin û piştgirî dan grevê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.